H’emû nûçeSereke
Kîsî rûsa û ûkraînên ku li Ermenîstanê cîhwar bûne, hejmara binelîyên Ermenîstanê zêde bûye

Rojnama “Joxovûrd” ê /Cimet/ ê dinivîse: “Kîsî rûsa û ûkraînên ku li Ermenîstanê cîhwar bûne, hejmara binelîyên Ermenîstanê zêde bûye. Ji kanîyên fermî pê hesîyane, wekî binelîyên qezayên Ermenîstanê û Yêrêvana paytext hetanî 1 ê tîrmeha sala 2023 a gihîştine du mîlyon 985 000 merivî, lê sala 2022 a ew hejmar du mîlyon 961 000 bûye.
Li gorî van melûmetîya, mîlyonek 101 000 meriv li Yêrêvanê dijîn. Li qeza Armavîrê himberî qezayên mayîn hejmara binelîya dighîje 267 600 merivî. Cîhê duemda qeza Araratêye: 257 300 meriv”.







