H’emû nûçeSereke
Çûyîna cêrga avtomaşînên bi alîkarîya hûmanîtarî, ya li Qerebaxê hatîye qedexekirinê
Destûr nedane ku cêrga avtomaşînên bi alîkarîya hûmanîtarîva barkirî, yên ji Fransîyayê bighîjine Qerebaxê. Derheqa wê yekêda serokbajara Parîzê An Îdalgoyê mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye.
Ewê usa jî wêneyên ji korîdora Laçînê belav kirine, li kîderê ew tevî nevsên fermîye mayîn li wir bûye.
“Em niha li korîdora Laçînêne û em bi xwe dibînin, wekî alîkarîya hûmanîtarî nikare here Qerebaxê. Ev yek mafên mêriv pêpes dike. Deh avtomaşînên meye barbir nikarin herine Qerebaxê. Ev yek krîzeya hûmanîtarîye”,-An Îdalgoyê nivîsîye.







