Paşînyan amadeye gotûbêjkirinên lez tevî serokê Adirbêcanê derbaz bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nava herdu rojên dawîda tevî serokên cêrge welata bi têlefonê axivîye.Derheqa wê yekêda ji çapenîya hukumatê ragîhandine.
Nava wan serokada bûne serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, serokê Îranê Îbrahîm Raîsî, kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols, serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî û sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên,.
Axaftina bi têlefonê derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê, berevbûna hêzên azêrîyaye dora Qerebaxê û usa jî zêdebûna halê sertî li ser sînorê ermenîya-azêrîya bûye.
Nîkol Paşînyan careke mayîn îzbat kirîye wekî pirs gerekê bi rîya dîplomatî û nava atmosifêra çêkirinêda, li ser pevketinên cotmeha sala 2022 a ye li Prahayê û 14 ê gulana sala 2023 a ye li Bryûsêlê destanî, bêne helkirinê.
Serokwezîrê Ermenîstanê û serokên wan welata sertbûna hal çawa tiştê qebûlnekirinê hesab kirine û dane dîyarkirinê ku pêwîste li herêmê aşîtî û qewînbûn îzbatbe.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew amadeye bi wê armancê gotûbêjkirinên lez tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv pêk bîne.







