H’emû nûçeSereke
Maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê gerekê bêne garantîyakirinê: Şarl Mîşêl
Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl bi têlefonê tevî serokê Adirbiêcanê Îlham Elîyêv xeberdaye û gotîye wekît maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê gerekê bêne garantîyakirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Şarl Mîşêl mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Min bi têlefonê tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv qise kirîye bona ku hêvîdarbim, wekî agirbest bi temamî tê xweykirinê, lê Adirbêcan jî nêzîkbûna bêqezîya hindava ermenîyên Qerebaxê dide kifşê.Maf û ewlehkarîya wan gerekê bêne garantîyakirinê. Piştgirîya hûmanîtarî gerekê bê çareserkirinê”,- ewî nivîsîye.