SerekeSîyasî

Civaka Mesîhîya ya li Mûsilê daxwaza vegerandina dêrên xwe dike

Civaka Mesîhîya ya li Mûsila Iraqê, daxwaza aramîyê û vegerandina cihên çand û kûltûra û malên xwe dike, kîjana nava van salên dawîda zîyaneke mezin dîtine.

Bajarê Îraqê, ku bi mîrata xwe ya dîrokî ya dewlemend û nifûsa xwe ya cihêreng tê naskirin, ji êrîşa DAIŞ-ê û pevçûyînên çekdarî gelek zirar dîtiye.

Gelek avahîyên mesîhîya, di nav wanda nêzîkî 30 dêr û paristgeh, ji aliyê DAIŞ-ê da, di dema dagirkirina Mûsilê, ya sala 2014-a, hatine wêrankirinê.

Çalakvanê cîh Ahmed Casim derheqa bandora wêrankir ya DAIŞ-ê li ser mîrata olî û çandî ya bajêr Kurdistan 24-êra şirove kirîye. Piraniya paristgeh û cihên olî yên ku ji aliyê koma terorîstda hatine êrîşkirin, wêran mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button