H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyanê bi têlefonê tevî Ûrsûla Fon Dêr Layênê axivîye
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla Fon Dêr Layênê axivîye. Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê ragîhandine.
Xeberdan derheqa bi destê zorê derxistina ermenîyên li Qerebaxê, halê pêşdahatî, halê li herêmê û pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.
Pevketin hatîye destanînê ku nava vê hevtêda li Granadayê gotûbêjkirina berdewam bikin.