H’emû nûçeSereke

Elîyêv dicêribîne paqijkirinên êtnîkîye li Qerbaxê bide afûkirinê

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, wextê hevdîtina tevî beşdarên  civîna şêwira serokên organên ewlehkarîyê, yên Welatên Hevalbendîya Serbest derheqa halê li Qerebaxê û paqijkirinên êtnîkîye rûyê agrêsîya Bekûyêda xeberdaye û pêra jî nerazîbûna xwe ji nivîsarên çapemenîya Rojavayê daye dîyarkirinê.

“Minê bigota, wekî ev yek tiştê yekalîye û dîroka pirsgirêkê, yan jî bûyarên îroyîn nayne ber çeva”,- serokê Adirbêcanê gotîye.

Ewî elam kirîye, wekî nava wedê ji rojekê kêmtir eskerê ermenîye li Qerxbaxê sîlihên xwe danîne. Elîyêv daye dîyarkirinê, wekî li Qerebaxê niha komên sîlihkirî hene.

“Roja îroyîn pêvajoya paqijkirina Qerebaxêye ji wan koma pêk tê. Li gorî melûmetîyên me li wir hê komên xweveşartî hene. Piştî 20 ê îlonê li Qerebaxê provokasîyayên sîlihkirî hebûne. Cîhên nava çîya û mêşada gelekin û bo wê yekê jî wede lazime ku wan cîha bidine paqijkirinê”,- Elîyêv gotîye.

Em bêjin, wekî Qerebax bi temamî ji ermenîya hatîye valakirinê û li gorî înformasîyonên cûre-cûre hatîye dîyarkirinê, wekî nêzîkaya sed ermenî li Qerxbaxê mane û elametîyên serokê Adirbêcanê bêhîmin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button