H’emû nûçeSereke
Vahan Kêrobyan serokê mîsîya ajansa amêrîkîye pêşkeftinê Con Alêlo qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan dêlêgasîya bi serkarîya serokê mîsîya ajansa amêrîkîye pêşkeftinê Con Alêlo qebûl kirîye.
Destpêka hevdîtinêda wezîr bona hevkarîya kardar razalixî elam kirîye û bi hêvîdarî gotîye, wekî bernamên ku ji alîyê ajansêda li Ermenîstanê tên mîyaserkirinê, wê dîsa alî qewînbûna êkonomîka Ermenîstanê bikin.
Wezîr encamê hevdîtinên wezîreta êkonomîkayêye tevî merivên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê, raber kirîye û derheqa têmayên hîmlîda xeberdaye.
Başqe derheqa milahîmkirina atmosifêra bîznêsê xeberdan çûye.
Endamên dêlêgasîyayê hazirî elam kirine, wekî wê piştgirîyê bidine mîyaserkirina bernamên derheqa întêgrasîyayêda.







