H’emû nûçeSereke
Em nikarin ji pêvajoyên li herêmê der bimînin: Sîmonyan derheqa formata “3+3” da

Ermenîstan nikare ji pêvajoyên li herêmê der bimîne û bi wê fikirê formata “3+3” bona welêt girînge.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo pêwandîyên ermenîya-azêrîya jî wê nava wê formatêda bêne gotûbêjkirinê, yan na, Alên Sîmonyan gotîye: “Gerekê usa neyê gotinê ku cîhekî mayîn aşîtî wê neyê gotûbêjkirinê.Ew yek wê şaşbe”.
Bi gotina wî, ewlehkarîya herêmê gerekê usa jî li herêmê bê gotûbêjkirinê.







