H’emû nûçeSereke
Heger dew û doza Rojhilata Navîn berfirehbe, zîyana êkonomîka hemcîhanî wê bighîje du trîlyon dolarî
Heger dew û doza Felestînê û Îsrayêlê zêdetir berfirehbe, zîyana êkonomîka hemcîhanî dikare bighîje du trîlyon dolarî. Fikira wî cûreyî êkonomîzanê amêrîkî Grêgorî Dako gotîye rojnama The New York Times ê.
Bi fikira pêşezan, heger usa bibe, bahê neftê dikare bilindbe û bermîleke wê bighîje 150 dolarî.
“Heger ssênara wî cûreyî hebe, êkonomîka hemcîhanî wê bighîje encamên gelekî xirab”,- Dako gotîye.
Cîgirê êkonomîzanê sereke, yê banka hemcîhanî Ayhan Kosê jî gotîye, wekî bona sûka ênêrgêtîkî, çi ku li Rojhilata Navîn heye, wê li Rojhilata Navîn nemîne, encamên wêye global wê hebin.