H’emû nûçeSereke
Ermenîstan, Gurcistan, Adirbêcan: deynê kîjan dewletê gelekin

Dawîya sala 2023 a ji hersê welatên Qafqasîya Başûr deynê herî mezin wê yê Adirbêcanêbe, yê ku wê bighîje 15,8 mîlyard dolarî, paşê Ermenîstan, deynê kîjanê wê bighîje 12,1 mîlyard dolarî û Gurcistan, deynê kîjanê wê bighîje 11,6 mîlyard dolarî.Ev hejmar byûcêyên van dewletada hatine dîyarkirinê.
Tiştekî balkêşe, wekî heger deynê dewletê pareveyî ser meriva bikin û emê bibînin wekî hejmara here nimiz li Ermenîstanêye, li kîderê li ser merivekî 3 800 dolar deyn heye. Li Gurcistanê ew deyn dihîje 6 300 dolarî, lê li Adirbêcanê nêzîkî 6 500 dolarî.







