H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji bo Rojavayê rêyeke stratejîke: pispor derheqa biryarên Yekîtîya Avropayêda

Wezîrên  Yekîtîya Avropayêye karên der pêşnîyar dikin ku mîsyona çavdêrîyê ya li Ermenîstanê berfirehtir bibe, gotûbêja li ser serbestkirina vîzayê bê aktîvkirin û ji Adirbêcanê re jî peyamekê bê şandin: her binpêkirina serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê nayê qebûlkirin û dê encamên cidî li ser têkilîyên dualî hebe.Birîyar di rûniştina sîyasîya der ya duh hat lidarxistin, hatin girtin. Şirovekar van biryaran bi pêwîstîyeke sîyasî ve girê didin, ew di wê bawerîyê de ne ku ew Ermenîstan ji bo Rojava cihekî stratejîke.

Alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannisyan biryara Yektîya  Avropayê ya berfirehkirina mîsyona çavdêrîyê ya ku navenda wê li Ermenîstanê ye wek gavek ji bo ewlekirina aramîya sînorên Ermenîstanê dibîne. Her çend hîn tarîx ne dîyarin jî, cîgirê wezîr di wê bawerîyê de ye ku dê dereng nemîne.

“Biryara berfirehkirina hejmara çavdêran, ji bo bihêzkirina qewatên wan, ku dê bihêle ku karekî çalaktir li ser çavdêriyê bê kirin, raporên guncaw ji Bryûksêlê û welatên endam re bê şandin. Tiştek ku bê guman dê aramîya sînorên me hîn xurtir bike”.

Piştî civîna konseya têkilîyên  Yekîtîya Avropayêye karên der, nûnerê bilind yê sîaysîye der û ewlekarîyê yê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl ragîhand ku wezîrên derve yên Yekîtîya Avropayê pêşnîyarên berfirehkirina mîsyona çavdêrîyê ya li Ermenîstanê û aktîvkirina gotûbêjan bi Ermenîstanê re li ser serbestkirina rêjima vîzeyê pejirand.

Gotûbêja di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de li ser azadkirina vîza berîya niha bi salan dest pê kiribû, lê ji ber çendîn welatên endam di Yekîtîyê de heta niha tu encamek derneketîye û nehatîye dîyarkirin ku ew welat kîjanin. Li ser vê yekê Parûyr Hovhannisyan biryara Yektîya Avropayê ya ji bo destpêkirina hevraxeberdanên bi Ermenîstanê re bi kêfxweşî dibîne.

 “Îsal civîneke ku me behsa xirabûna dayîna vîzeyan nekiriba û behsa destpêkirina serbestberdanê nekiriba. Biryar derbarê destpêkirina danûstandinan de bû, em hîn di wê qonaxê de ne, girîng e ku tu welatek li dijî vê yekê nebû, ji ber ku zehmet e ku lihevhatin bê peydakirin. Ev pêşveçûnek pir erênî ye. Em ê bi awayekî aktîv bi Yekîtîya Avropayê û welatên endam re xebatên xwe bidomînin da ku ev pêvajo bi qasî ku pêkan be leztir bibe”.

Sîyasîzan Gûrgên Sîmonyan biryara serbestkirina vîza bona Ermenîstanê bi pêdivîyên sîyasî ve girê dide. Nayê dûrxistin ku biryar di salekê yan du salan de, yan jî zûtir jî bibe rastî.

“Tiştê ku berê bi salan dikişand, di hin rastîyan de dikare di çirkeyan de bê çareserkirin. Dem dîyardeyek wisa ye ku rastîyên sîyasî her dem di bin veguherînan de ne, carinan jî tiştên nemûmkin mûmkin dike. Wek mînak, welatên ku bi dehan salin hewl didin ku bibin beşek ji ewlekarîya Atlantîka Bakûr, lê welatên ku ji bo wan meseleya hefteyan e hene. Di vî warî de, ez difikirim ku proseya hêsankirina vîza Ermenîstanê dibe ku bi salan nedomîne, lê di rewşa hebûna rêjîmeke taybetî de pir zû bê çareserkirin.Rêjîma taybet jî ew e ku Yektîya Avropayê, Rojavaya kolêktîv bi nûnertiya Ştatên Yekbûyî Ermenîstanê rêgezeke stratejîk îlan kir”.

Li gor Sîmonyan, ev yek dê derfetê bide sermaya me ya rewşenbîrî ku bi bazarên pêşkeftî re danûstandinê bike û ketina berhemên ermenî bo bazarên Avropayê mîsoger bike.

Û zêdebûna hejmara mîsyona çavdêriyê ya Yektîya Avropayê, li gorî zanyarê sîyasî, dê karbidestîyê bi  encam re zêde bike.

“Zêdebûna hejmarê tê wê wateyê ku çavdêr dikarin li herêmên din yên li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê jî, wek mînak li sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê, bên temsîlkirin û ev yek dê bingehek ji bo Komara Ermenîstanê çêbike ku xwe bispêre piştgirîya civaka gelekî medenîtir ku destdirêjîyê li serwerîya komara Ermenîstanê nake, tevî wan civakên ku bi hovîtî li ser herêmên serdest yên Komara Ermenîstanê dorpeç kirine û kiryarên bi rêvebirina xwe pêk anîne, ew ji têkîlîyê mane, bi hemû karesatên ku hatine serê gelê Ermenî.

Di encama civîna wezîrên karên der yên 27 welatên endamên Yekîtîya Avropayê ku li Bryûsêlê hat lidarxistin , ji Adirbêcanê re jî peyam hat şandin. Berpirsiyarê sîyaseta derve ya Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl got, her binpêkirina serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê dê neyê qebûlkirin û dê bibe sedema encamên cidî.

Wî her wiha daxwaz kir ku danûstandinên di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de ji nû ve dest pê bikin, li ser bingeha xebata ku ji hêla serokê konseya Yekîtîya Avropaye Şarl Mîşêl ve hat kirin.

Borêl got, “Pêwîst e peymana aştîyê bê îmzekirin û em mecbûr in ku rola xwe ya navbeynkarîyê bidomînin”.

Wî da zanîn ku wezîrên derve yên Yekîtîya Avropayê biryar dane ku wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan vexwînin civîna bê ya encûmena peywendîyên der.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button