SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr derheqa pêwîstîya deranîna neftêda daye dîyarkirinê

Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî baylozê Tirkîyayêyî li Îraqê Elî Riza Gyûnêyî qebûl kirîye bona ku pirsên girêdayî deranîna nefta Kurdistanê gotûbêj bikin.

Wextê hevdîtinê, xeberdan derheqa lez deranîna nefta ji Kurdistanê, ya berbi îskela Cêyhanê çûye.

Ji alîyê xweda baylozê Tirkîyayê derheqa amadebûna welatê xweda  xeberdaye ku wê piştigirîyê bidin ku nefta ji Kurdistanê berbi îskela Cêyhanê here.

Wextê hevdîtinê usa jî derheqa bûyarên sîyasîye van axirîya xeberdan çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button