H’emû nûçeSereke

Endamên  xaçê  Sor serdana girtîyên ermenî û azêrî  kirin

Meha mijdarê, endamên xaçê Sor dîsa çûn seredana girtîyên ermenî, yên ku ji alîyê Adirbêcanê li ser wan agahdar kiribû, û  azêrîyên ku li Ermenîstanê hatibûn girtin. Seroka beşa têkilîyên giştî ya nûnertîya Adirbêcanêye xaçê Sor Îlaha Hûsêynovayê derbarê vê yekê da agahî da APA yê.

Li gorî agahîyan, bi girtîyan re rû bi rû hevdîtin pêk hatine, şert û mercên têkilîya bi ferdên malbata wan re hatine çêkirin. “Li gorî erka xwe, xaçê Sor mûameleya li ser girtîyan û şert û mercên girtina wan di dema serdanê de dinirxîne, şert û mercên berdewamkirina têkiliyan bi malbatan re yan jî avakirina wan diafirîne. Li gorî rêgezên xaçê Sor, talîmatên di derbarê çavdêrî û serdanê de tenê ji kesê girtî re têne şandin” ,-  peyamêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button