H’emû nûçeSereke

Rûyê kirinên Adirbêcanêda mafên ermenîyên êtnîk hatin teribandinê

Parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv nava çarçoveya civîna navneteweyîda beşdarî gotûbêjkirinê bûye.

Parêzerê derheqa girîngîya teşkîlkirina gotûbêjkirinên vî cûreyî xeberdaye, çimkî wî çaxî careke mayîn mecal çê dibe, ku derheqa parastina mafên mêrivda xeberdin.

Hatîye dîyarkirinê, wekî parêzera mafên mêriv wextê gotûbêjkirinê pirsên derheqa mafên qerebaxyada anîne ber çeva, yên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê.

Manasyanê başqe derheqa wan merivada xeberdaye, yên ku bi destê zorê hatine derxistinê û derheqa xebatên mîyaserkirîda daye dîyarkirinê, wextê kîjana înformasîyayên derheqa zêrandinên merivada hatine berevkirinê.

Anahît Manasyanê bi taybetî daye dîyarkirinê, wekî înformasîyayên berevkirî ketine nava raporta parêzerê mafên mêriv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button