H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan Adirbêcanê nava paşdaêxistina morkirina peymana aşîtîyêda gunehkar dike

Serokê parlamanta Ermenîstanê Alên Sîmonyan elam kirîye, wekî Adirbêcan dicêribîne pirsên başqe bike nava rojevê, kîjan wê morkirina peymana aşîtîyê bidine dijwarkirinê.

Sîmonyan derheqa wê yekêda, li parlamêntê, wextê qisa tevî rojnamevana gotîye û elametîya Îlham Elîyêv şirove kirîye, wekî heger Ermenîstan dixwze pirsên mafên ermenîyên Qerebaxê bike nava peymana aşîtîyê, wî çaxî ew yek usa jî hindava wan azêrîya gerekê bê kirinê, yên ku ji Ermenîstanê çûne.

“Ez difikirim,wekî Adirbêcan dicêribîne pirsên başqe bike nava rojevê, kîjan wê morkirina peymana aşîtîyê bidine dijwarkirinê.

Vê yekê ez gelekî xirab qîmet dikim.Em jî, ew jî zanin  ku çi pêşnîyar me şandine û em dora çi xeber didin.Xeberdana niha pirsgirêka pêşda tîne.Li ber çevaye wekî em bi rastî derheqa aşîtîyêda xeber didin, lê ne ku bi cûrê formal kaxezê îmze dikin”,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button