H’emû nûçeSereke

Kê gotîye ku nava pirsa Qerebaxêda Adirbêcanê Moskvayêra her dem qayîlbe? :Markêdonov

Eva cara ewlin nîne dema ku pêwandîyên ermenîya-rûsa rastî cêribandinên qewînbûnê tên.Derheqa wê yekêda xebatkarê merkeza ewlehkarîya înstîtûta Avroatlantîyê, ya Moskvayêye lêkoloînên navneteweyî, Sêrgêy Markêdonov gotîye.

“Meriv dikare dîroka salên 1920-1921 ê bîr bîne, dema ku pêwandî ne ku ser hevda hatin, lê dirêj bûn.Meriv dikare dîroka salên dawî, ya Sorvyêta berê bîr bîne, cêribandina Qerebaxê û gelek tiştên mayîn, kîjana pêwandîyên rûsa-ermenîya çê kirin. Feqet ew ne ku gihîştine dawîyê, lê cûrekî nû stendin, bi cûrê qayîlnivîsara mezin.

Niha em dîsa wê yekê dibînin.Alî amade nînin pêwandîya bighînine dawîyê.Tu alîk naxweze asta pêwandîya bide bilindkirinê. Ev yek raste, çimkî heger pêwandî bêne birînê, gelo peyî wê yekêra wê çi bibe?”,- pêşezan gotîye.

Ew li ser wê fikirêye, wekî Ermenîstan bona Rûsîyayê pêwîste û ew dergehekî girînge bona berbi Îranê û usa jî dergehekî girînge berbi Rojhilata Navîn.Nava hemtêksta projeya Avrasîyayêye mezinda, kîjanê Moskva pêşda  dibe, Ermenîstan girînge.

“Kê gotîye, wekî Adirbêcanê her dem piştgira Rûsîyayêbe û nava pirsa Qerebaxêda wê Moskvayêrva qayîlbe? Bekû difikire, wekî Moskvayê tabîya rast daye dîyarkirinê.

Bona Ermenîstanê jî pirs pêşda tê, ku gelo sîlihê fransî wê alî bike ku  Qerebaxê paşda bînin, yan jî Rojava dikare garantîya bide. Rojavayê da kifşê, wekî ew ewqasî jî amade nîne hilbijêre û wê vê yekê jî neke.

Heger difikirîn wekî Moskvayê rûyê konflîkta tevî Rojavayê berê xwe bide Tirkîyayê û Adirbêcanê û Rojavayê her dem berbi Ermenîstanê here, ew yek jî wê nebe.

Bi texmîn pêwandîyên rûsa-ermenîya wê yên mînanî berê nîbin.Ewê diha pragmatîkbin, lê wê hebin”,-Markêdonov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button