H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a halê mafê mêriv li Adirbêcanê zêdetir xirav bûye:mafparêz

Sala 2023 a halê mafê mêriv li Adirbêcanê zêdetir xirav bûye.Derheqa wê yekêda nava raporta merkeza monîtorînga girtîyên sîyasî hatîye gotinê.

Raportêda derheqa qedexekirina berevbûnên aza, pêkanîna mîtînga û meşada hatîye dîyarkirinê. Mesele, desthilatdarîya Bekûyê îzin nedaye ku 8 ê adarê mîtînga kifşkirî bê derbazkirinê, 20 ê hezîranê şikyatkirinên li gundê Soyodlûyê hatine fetisandinê, yên ku nerazîbûnên xwe didane kifşê, ku rûyê xebatên li kana zêr, dor-ber tên qirêjkirinê.

Raportêda usa jî derheqa sînorkirinên partîyayên cuda-cudada hatîye dîyarkirinê.

“Civaka sîvîl hatîye tunekirinê, piranîya aktîvîsta û mafparêza li welêt derketîye, têlêvîzîyon û radyo, çapemenî, bin kontrola desthilatdarîyêdanin, mehkeme bin kontrola êlîta sîyasîdanin, qanûn tên qebûlkirinê, yên ku berjewandîyên cimetê nadine kifşê”,- nava raportêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button