Koma antîtêtorê, ya Kurdistana Îraqê îzbat kirîye, wekî dirona bi bombê, ya nava hewa ser firegeha Hewlêrê hatîye lêxistinê û ew jorda hatîye xwerê.Em bêjin,wekî hêzên koalîsîyona navneteweyî, yên dijî DAÎŞ ê li firegeha Hewlêrêne.
Ev bûyar êvarê nêzîkî seheta 9 a qewimîye.Derheqa zîyana matêrîyalîda tu şnehatîye dîyarkirinê.
Nava çend hevtîyên dawîda firegeha Hewlêrê bûye şeda cêrge êrîşên dirona, cabdarîya kîjana “Berxudana îslamîye li Îraqê” hildaye ser xwe, ya ku pêşda gef xwerine ku wê êrîşên ser cîhên amêrîkî û îsrayêlî berdewam bikin.