
Şêwirmendê ewlehkarîya miletîyê, yê Îraqê Qasim Al Aracî elametîya Têhranê înkar kirîye, bi kîjanê Îranê dabû dîyarkirinê, ku hedefa wane li Hewlêrê, dijî qulixdarîya cesûsîya “Mossad” ê bûye.
“Gotinên derheqa wê yekêda bêhîmin”,- Qasim Al Aracî gotîye.
Al Aracî serda zêde kirîye wekî komîsîyonê mala karsazê kurd Pêşrawa Dîzaî lê nihêrîye, yê ku nava encamê wê êrîşêda şihîd ketîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî qulixdarîya Îraqêye ewlehkarîyê pêwandîya tevî hevkarên li Rojhilata Navîn xweyî dikin û lêkolînê mîyaser dikin, encamên kîjanê wê raberî serokkomarê Îraqê bikin.
Xêncî wê yekê Al Aracî gotîye têlêvîzîyona Kurdistanê 24 ê, wekî ew avayî ne ku yê “Mossda” ê, lê yê karsazê îraqî bûye.







