H’emû nûçeSereke

Di bîlançoya ênêrjiyê ya welat de para ênerjiya rojê bê mînak e

Di hevsengîya ênêrjîyê ya Ermenîstanê de para ênêrjîya rojê di demsalên cuda yên salê de û di demên cuda de ji 8-40 selefe. Midûrê giştî yê şîrketa “Torên êlêktrîkê yên Ermenîstanê” Karên Harûtyûnyan di 14 ê sibatê de di hevdîtina bi rojnamevanan re gotîye.

Ewî da zanîn ku di zivistanê de ev nîşana ji  8 selefe, di salên mayî de digîhêje ji  40 selefî.

Harûtyûnyan hem mezinbûna jimareyî ya santralên rojê û hem jî para ênêrjîya rojê ya di bîlançoya ênêrjîyê ya welêt de bêmînak bi nav kir.

Li gorî wî, di nava salê de herî zêde rojên tav li Ermenîstanêye.

“Serdema ênêrjîya hîdrokarbonê gav bi gav derbazî nav lepên berê dibe, dema ênêrjîya rojê tê. Em bi wê çavkaniyê dewlemend in”.

Ewî got jî ku li Ermenîstanê îşaretên zeman, pircarî û jiholêrakirina qezayan pêşdeçûneke mezin bi dest xistine, lê ev têr nake, divê xebateke dijwar bê kirin û ev jî tê kirin.

Dîrektorê têknîkî yê şirketê Davît Grîgoryan tekez kir ku eger di sala 2018 a de navînî dema qutbûna êlêktrîkê ji bo her xerîdar ji 14 demjimêran zêdetir bû, û di sala 2023  a ji 9 demjimêran zêdetir bû.

Grîgoryan destnîşan kir ku di rûniştina hukumetê de êlêktrîk ji ber qezaya xetên voltaja bilind qut bûye.

Bi gotina wî, ji bilî Yêrêvanê, sîstêma êlêktrîkê ya welêt her tim bi zêdeyî dixebite. “Pirsgirêka kêmasîya Yêrêvanê hat çareserkirin, lê divê em bixebitin ku dabînkirin bênavber be. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî em amade ne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button