Nîkol Paşînyan û Ann Îdalgoyê girîngî dane berdewama pêşdaçûyîna hevkarîya di navbera Yêrêvanê û Parîsêda
Serokwezîr Nîkol Paşînyan rastî serokbajara Parîsê Ann Îdalgoyê hatîye.
Xanim Îdalgoyê dîyar kirîye ku ew ji wê yekê, bi mêvandarî qebûlkirina serokwezîr, pir kêfxweşe û derheqa berdewama piştgirîya bo Ermenîstanê û cimeta ermenîda gotîye. Ewê usa jî gotîye, wekî tê plankirinê îsal meha îlonê, li navenda Parîsê, parka bi navê Şarl Aznavûr bê vekirinê û heykelê dengbêjê bi nav û deng we bê danîn.
Serokwezîr Paşînyan ji bo mêvandarîya germ spasîya xwe elam kirîye û dîyar kirîye ku ew seredana Îdalgoyê, ya li Ermenîstanê, ya ji bo piştgirîya gelê Qerebaxa Çîya, bi kêfxweşî bîr tîne. Nîkol Paşînyan xebatên Ann Îdalgoyê yên di warê rojeva Ermenîstanê û gelê Ermenîstanêda bilind nirxandîye.
Nîkol Paşînyan û Ann Îdalgoyê girîngî dane berdewama pêşdaçûyîna hevkarîya di navbera Yêrêvanê û Parîsêda, bi taybetî di warên hatin û çûyînê, avayîçêkirinê, tûrîzmê û çandêda.