H’emû nûçeSereke

Sala 2024 a Ermenîstanê bin hukumê Bekûyê û Moskvayêdabe:Tom dê Vaal

Şiroçîyê avropî Tom dê Vaal malpera fonda Karnêgîyêda  miqale weşandîye, kîjanêda nivîsîye,wekî sala 2024 a diqewime di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda opêrasîyonên leşkerî destpêbin.

Him li Ûkraînayê û him jî li Qafqasîya Başûr sala 20244 a wê bibe ya krîzeyê, lê bona şuxulkarên avropîye sîyasî jî wê bibe cêribandin.

Pirs pêşda tê, ku gelo ev sal wê bona Ermenîstanê bibe sala şêr, yan ya aşîtîyê? Tom dê Vaal nivîsîye, wekî dew û doz berdewam dibe û zordarî tê kifşê.

Ewî usa jî derheqa opêrasîyona li Qerebaxê nivîsîye, nava encamên kîjanêda Adirbêcanê Qerebax kire bin kontrola xwe û temamîya binelîyên ermenîye li wir ji Qerebaxê derketin. Piştî wê opêrasîyonê sartbûn kete nava pêwandîyên Adirbêcanê û Rojavayê. Ew yek jî wî çaxî qewimî, dema ku pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê nava halê gelekî başda nînin, lê Yekîtîya Avropayê jî hevkarîya tevî Ermenîstanê berfireh dike.

Bi gotina Tom dê Vaal Adirbêcan jî rîya nava Ermenîstanêra, ya berbi Nexçêvanê dixweze.Ermenîstan naxweze wê rêyê teslîmî kontrola alîkî mayîn bike, lê dixweze rê bide, lê rê bin kontrola wêdabe.

Vaal serda zêde kirîye,wekî peymana aşîtîyê wê ewqas wextê neyê îmzekirinê, hetanî ku Adirbêcan  çi ku dixweze, nestîne.

Ewî usa jî derheqa bûyara li gundê Nêrkîn Handê nivîsîye û gotîye,wekî gerekê guhdarîyê bidine ser gavên wî cûreyî, çimkî pevçûyînên biçûk dikarin dew û doza nû bona temamîya herêmê pêşda bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button