H’emû nûçeSereke

Em qeyde-qanûnê şuxulkarîya tevayî gotûbêj dikin: Mihêr Grîgoryan derheqa xebatên dîyarkirina sînorada

Êtapa ewlinda me qeyde-qanûn gotûbêj kirin û îzbat kirin, bi kîjanê me da kifşê ku  tomerîkirina encama û cûrê teşkîldarîyê çi cûreyîye û bi herdu hukumata ew yek îzbat kir. Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan wextê dayîna bersivên pirsên parlamêntvana gotîye.

“Vê êtapêda em qeyde-qanûnê şuxulkarîya tevayî gotûbêj dikin, ya ku wê diha gelekî ya mêtodîkayêbe û em ku  xebata ser hevda bînin, wî çaxî emê projeya dokûmêntê raberkin û ew dokûmênt wê çawa projeya qanûnê bê lênihêrandinê.

Nava du-sê mehada em dikarin projeya qeyde-qanûnê amadekin. Piştî îzbatkirina wê mêtodîkayê, wedekî dirêj wê pêwîstbe ku xebata dîyarkirina sînora bê kirinê”,- Mihêr Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button