H’emû nûçeSereke

Rûsya îdî li Ermenîstanê ne învêstora here mezine: Armên Grîgoryan

Nava 9 mehên ewil yên sala 2023 a da învêstora sereke ya li Ermenîstanê bi qasî 250 mîlîyon dolarî bû Mîrtîyên Erebaye Yekbûyî, ya 2 yemîn jî Lyûksembûrg e, ya sêyemîn jî Rûsîya ye ku ji 50 mîlyon dolarî kêmtire.

Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana Ermenîstanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzyona Civakî gotîye.

“Rûsya biryar kirîye ku li Ermenîstanê învêstîsîya neke, yan jî Ermenîstan ji cîhanê re vekirîye, derfetên mezin çê bûne. Bazirganîya bi Êmîratêra par gihîştîye 2,8 mîlyard dolarî”,- Grîgoryan gotîye.

Çawa bersiva wê gotinê ku deranîna ji Ermenîstanê nayê dîvêrsîfîkasyakirinê, lê hinardekirina Rûsyayê zêde bûye, Grîgoryan wiha gotîye: “Niha ji bo peydakirina bazarên nû dixebitin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button