H’emû nûçeSereke

Bekû pirsa dîlên ermenî bona armancên sîyasî dide xebatê: parêzer

Sîyaseta Adirbêcanê diha gelekî berbi wê yekê diçe ku zêdetir dîla bistînin.Derheqa wê yekêda parêzer, seroka merkeza mafê navneteweyî Sîranûş Sahakyanê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî Bekû wê pirsê bi armanca sîyasî dide xebatê.

Parêzerê cêrge mînakên dîlhildanê, ji 10 ê mijdara sala 2020 î hetanî 19-20 ê îlona sala 2023 a anîne ber çeva.

Sahakyanê daye dîyarkirinê,wekî hetanî roja îroyîn Adirbêcanê 210 meriv paşda vegerandine.Li gorî melûmetîyên fermî, 23 welatî nava dîltîyêdanin, nava wanda usa jî welatîyên edil hene. Nava sê welatîyên edilda merivekî ji Libnanê heye û Bekû wê yekê dide xebatê ku bide kifşê, wekî Ermenîstanê “kirêkirî” anîne.

Bi gotina Sahakyanê, 80 meriv jî undabûyîne.Ew meriv sax-silamet ketine bin kontrola Adirbêcanê û bêser-berate unda bûne. “Gele vîdyo hene, kîjanada ew merivên undabûyî tên kifşê”,-parêzerê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button