SerekeSîyasî

Navendên hewlagirîyê: DAIŞ plan dike êrîşî çend deverên Sûrîyayê bike

Metirsîya DAIŞ ê li Sûrîyayê her ku diçe zêde dibe, li gor çend raportan, bi rêya şaneyên xwe yên razayî, DAIŞ plana opêrasîyonan li piranîya deverên Sûrîyayê danîye.

Daneyên fermandeya navendî ya amêrîkî hejmara çekdarên DAIŞ ê li Îraq û Sûrîyayê bi nêzîkî 2500 çekdar texmîn dikin, ku ev jî du qatan ji texmînên dawîya sala borî zêdetir e.

Navenda projeya rû bi rûbûna tundrewîyê destpêka vê hefteyê di raportekê de got, DAIŞ ê ji destpêka îsal ve herî kêm 69 êrîş li naverasta Sûrîyayê pêk anîne û di encamê de 84 leşkerên artêşa Sûrîyayê û 44 sîvîl hatine kuştin.

Herwiha amaje bi wê kir, piranîya êrîşan li herêmên beyabanê ku dikevin navenda Sûrîyayê, hatin kirin.Li gorî navenda projeya rû bi rûbûna tundrewîyê, di meha adara îsal de, DAIŞ ê herî zêde li navenda Sûrîyayê çalakî pêk anîne.

Herwiha hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) aşkere kir, DAIŞ  ê di meha adarê de 27 êrîş, di meha sibatê de jî 26 û di meha çile de jî 16 êrîş pêk anîne.

Di vê navberê de, alîkarê înstîtûta berevanîya dêmokrasîyê ya bingeha li Waşîngtonê ye Bîll Roggîo gotibû, piştî jidestdana deverên xwe yên sereke, DAIŞ hewl dide hebûna xwe bi rêya şanên razayî biparêze.

Tekez kir jî, DAIŞ têk neçûye, bi taybetî piştî lawazbûna hevahengîya Rûsîyayê û Amêrîkayê li Sûrîyayê derbarê gefên DAIŞ ê de, metirs ya wê rêxistinê zêde bûye.

Hevdem ligel zêdebûna êrîşên DAIŞ ê, fermandarîya navendî ya Amêrîkayê (CENTCOM)  da zanîn, wan bi hevkarîya hêzên ewlekarîya Îraqê û Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD), di 3 mehan de 94 opêrasîyon li dijî çekdarên DAIŞ ê li Îraqê û Sûrîyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button