ÇandSereke

Wedên “Zerdela zêrîn” yên îsal eyanin

Festîvala 21 ê ya fîlman ya navneteweyî ya  “Zerdela zêrîn” wê di navbera 7-14 tîrmeha  sala 2024 a de pêk bê. Wek ku “Armênpress” ê ji byûroya ragîhandinê ya fêstîvala fîlman zanî, îsal fêstîvala cîhanî ya fîlman wê fîlmên hevrikî yên welatên cuda û herwiha fîlmên ji fêstîvalên herî bi nav û deng (Kannî, Bêrlîn) raberî raya giştî bike. Kêsayetîyên sînêmaya cîhanê wê bigihêjin Ermenîstanê, dê serpêhatî û hunera xwe raberî hizkirîyên sînemayê bikin.

“Zerdela zêrîn” îsal wê girîngîyeke taybet bide 100 salîya Şarl Aznavûr û Sêrgêy Paracanov.Agahîyên berfireh yên derbarê fêstîvalê de wê piştre ji raya giştî re bên raberkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button