H’emû nûçeSereke

Biryara dawî ya destpêkirina xêzkirina ji herêma Tavûşê hela hê tune: Mihêr Grîgoryan

Heger li ser mijarên mayî yên bingehîn lihevkirinek di navbera alîyan de hebe, di vê gavê de biryara dawî tune be, biryarek li ser destpêkirina proseya dîyarkirina sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji Tavûşê pêk bê.

Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, derheqa wê yekêda alîkarê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan li miclîsê bi rojnamevanan re  gotîye.

Grîgoryan li ser pirsa gelo biryar heye ji navçeya Tavûşê dest bi xêzkirinê bikin yan na?: “Pirs tên gotûbêjkirinê, hela hê biryara dawî tune”.

Li gorî gotina wî, heta ku biryarên dawî li ser pîrînsîpên herî girîng neyên, kêşeyên ewlehî, civakî-aborî, nikare biryara dawî li ser destpêkirina danûstandinan li ser xêzkirina sînoran bide.

“Biryara destpêkirina xêzkirina ji wê beşê dê mimkûn be dema ku li ser mijarên bingehîn yên mayî yên mayînde lihevkirinek hebe, mijarên ewlehî, civakî-navxweyî û yasayî”,- alîkarê serokwezîr gotîye.

Li gorî cîgirê serokwezîr, gelek mijar hene ku nêrînên wan dişibin hev, lê mijar hene ku li ser wan lihevkirinek tune ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button