H’emû nûçeSereke

Têgihîştina me ev e ku em van xerîtan hildigirin, datînin erdê û GPS li ser xerîta koordînata sînora dîyar dike: Paşînyan

Bi îlankirina Alma Atayê re Ermenîstana Sovyêta berê û Adirbêcana Sovyêtê bûn dewletên serbixwe û sînorên îdarî yên berê veguherî sînorên dewletê bû. Ev tê wê wateyê ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de sînoreke nû çênebe, sînor bê dîyar kirin. Di çarçoveya vê daxuyanîyê de, divê  xerîtên xwedî girîngîya de cûre bêne lihevkirin. Serokwezîrê Ermenîstîanê Nîkol Paşînyan li civîna parlamêntê di brîfîngeke bi rojnamevanan re gotîye.

Li ser îfadeya xwe ya ku dibêje ew dizane sînorê Ermenîstanê ji kîderê derbaz dibe, eşkere kir ku ji ber ku hemû belgeyên girîng yên qanûnî derketine holê û sînorê dê yûrê li ser xerîtê hatîye nîşandan, ew bi vê yekê dizanin. Niha divê bi Adirbêcanê re bê verastkirin ka ev nexşe li hev tên yan na.

Serokwezîr her weha di wê bawerîyê de ye ku ev nexşeyên girîng yên dê yûrê nikarin li hev nebin, ji ber ku di salên Sovyêtê de ew jî bi xebata dualî hate destnîşankirin.

 “Têgihîştina me ev e ku em diçin, em wan xerîtan digirin, radixin erdê. Ji ber ku dibêje GPS li ser xerîtê koordînata sînor dîyar dike (pispor dikarin bikin, di cîh de biryarê bidin) û em amade ne herin vê prosêyê û em ne li dijî destpêkirina vê prosêyê li Baxanîs ya navçeya Tavûşê ya Bexanîsêyê ne, herêma Gazaxê li Ayrûmê, herêma Tavûşê: Voskêpar, Gazaxê Aşagx-Askîpara, navçeya Tavûşê: Kîrans, herêma Gazaxê: Xeyremlî, herêma Tavûşê: Bêrkabêr, herêma Gazaxê: gundên Kizil-Hecîlî – temam yan jî qismî. Çima tam yan jî qismî, ji ber ku pirsgirêkên din yên Adirbêcanê hene, yê me jî hene (binesazî), hewl didin ku mantiq û jîyana normal mîsoger bikin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button