H’emû nûçeSereke

Girêdayî pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêra, menî tune ku Îranxe mgînbe: sîyasîzan

Pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, usa jî pêwandîyên Ermenîstanê û Rojavayê gihîştine asteke kifş, çimkî govekên hevkarîyêye nû hatine kifşê û potênsîyala pêşkeftinê heye.Ev yek destpêka êtapa pêwandîyaye nûye û Ermenîstan ji alîyê Rojavayêda çawa welatekî usa tê naskirinê, yê ku rîya dêmokrasîyê hilbijartîye û yê ku dixweze xwe bide pêşîya êrîşên dewletên avtorîtar û qezîyayên ji alîyê wanda.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, fikira wî cûreyî Êdgar Vardanyanê sîyasîzan elam kirîye û derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda daye dîyarkirinê.

“Li Rojavayê ew fikirdarî heye, wekî ji alîyê qîmetîya sîvîlîzasîyayêda Ermenîstan  xwe çawa beşeke Rojavayê dibîne.Kirinên Ermenîstanêye van axirîya îzin dane Rojavayê ku ew bifikire wekî welatê me nava sîyasîya  derda berbi guhartinên radîkal diçe û wî alîda du armancên hîmlî hene. Ji wana yek ewe,wekî pirsgirêkên Ermenîstanêye ewlehkarîyê hene û pêwîste ku Ermenîstan hema nava deşta rojavayîdabe, lê ya duem ewe ku guhartinên sîyaseta der wê alî bikin ku li Ermenîstanê guhartinên dêmokratîk kûrbin”,- Vardanyan gotîye.

Bi fikira sîyasîzan, berî her tiştî Yekîtîya Avropayê sîstêma sîyasî û êkonomîkîye û ji hemû tiştî der çi dikare piştgirîyê bide qewînbûna ewlehkarîya me.

“Me îdî format û mêxanîzmên cuda dîtine, ji kîjana yek jî mîsîya dîtindarên avropîye, ya ku li ser sînorê ermeîya-azêrîya cîhwarkirîye.Nenihêrî wê yekê,wekî ew mîsîya ya sîvîle, lê armanca wê piştgirîya ewlehkarîye û ew yek bona qewînkirina aşîtîyêye.Xêncî wê yekê, çend sal pêşda Yekîtîya Avropayê bi înîsîyatîva girîng pêşda hat.Gilî derheqa fonda aşîtîyêdane, ya ku mecalê dide welatên ne endamê Yekîtîya Avropayê, bi alîkarîya kîjana ew welat dikarin pirsgirêkên ewlehkarîyê jî helkin.Nenihêrî wê yekê,wekî piranîya şuxulkarîya fondê bona piştgirîya Ûkraînayêye, lê bi hesabhildana  hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê, em dikarin hêvîdarbin,wekî wî alîda jî wê hevkarî hebe û Ermenîstanê bikaribe hinek mecala dest bîne, kîjana wê bona qewînbûna ewlehkarîyê bidine xebatê”,- sîyasîzan gotîye.

Bi gotina Vardanyan, ew yek jî ber  çevaye,wekî endama Yekîtîya Avropayê Fransîya, tevî tifaqdara Rûsîyayê, /Ermenîstanê/ hevkarîya leşkerî-sîyasî mîyaser dike û potênsîyala wê yekê jî heye.

“Ji Fransîyayê em sîliha distînin û van axirîya dewleta Fransîyayê piştgirîya xweye hindava Ermenîstanê dide kifşê.Em usa jî zanin,wekî tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî jî hevraxeberdan tên pêkanînê, li kîderê tê dîyarkirinê ku Waşîngton çi cûreyî dikare piştgirîyê bide qewînbûna ewlehkarîyê. Bayloza amêrîkî van axirîya derheqa wê yekêda xeberdaye û gotîye,wekî ew dikarin mecalên mobayl, yên zirihkirî, yên bona piştgirîya doxtirîyê bidine alîyê ermenî.Em gerekê derheqa wê yekêda bîr nekin,wekî nenihêrî wê yekê ku beşdarbûna nava organîzeya Peymana Ewleharîya Kolêktîvda, ya formal û qerimandîye, dijwarîya bona hevkarîya Rojavayê û Ermenîstanê pêşda tîne.Nava hinek sînorada pêwandî dikarin pêşda herin û bighîjine xalekê û kûrbûna wan  pêwandîya dikare wê yekêva girêdayîbe, ku gelo emê bi cûrê formal nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda berdewamkin, yan na û  gelo emê pêwandîyên ermenîya-rûsaye stratêcî lê binihêrin, yan na”,- sîyasîzan gotîye.

Bi gotina Vardanyan, sixbûna pêwandîyên Ermenîstanê-  Yekîtîya Avropayê dijî welatên sêem nîne, bi taybetî dijî Komara Îranêye Îslamî nîne û menîya wê yekê tune ku alîyê Îranê xemgînbe.

“Yekîtîya Avropayê jî bi femdarî nêzîkî wê yekê dibe ku pêwandîyên Ermenîstanêye kûr tevî Îranê hene.Hema Rojava dicêribîne berbi rêya normalkirina pêwandîyên tevî Îranê here. Her welatekî cînar, yê ku beşeke  Rojavayê nîne, dikare şikberbe, lê ew xemgînî û tirs bêhîme. Em gerekê bidine kifşê,wekî Yekîtîya Avropayê jî dicêribîne wê yekê bide kifşê”,-Vardanyan gotîye.

Bi axaftina derheqa pêrspêktîvên pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, Vardanyan gotîye wekî Ermenîstan hê amade nîne ku nava êkonomîka avropîda întêgrasîya bibe, lê nava wedekî kurtda hal dikare bê guhartinê.

“Pêwîste ku pêvajoya avroîntêgrasîyayê dualîbe.Ji alîkîva em gerekê usa bikin ku hemû pirsên qanûnî gorî normên avropîbin û bîznêsa me gerekê berbi wê yekê bicedîne ku kalîteya eşîya bê bilindkirinê, dezgehên nû bêne destanînê, ku eşîya bighînine normên avropî. Piştî hevdîtina sêalîye li Bryûsêlê, zelal bû,wekî Yekîtîya Avropayê amadeye nava vê govekêda jî piştgirîyê bide Ermenîstanê, alîkarîyê bide bîznêsa biçûk û navîn.Yekîtîya Avropayê dikare usa jî proseya  hildana sînorkirina bona Ermenîstanê bide lezêxistinê û rêjîmên cuda bona welatê me kifşke, bona ku bîznêsmênên ermenî bikaribin hal bidine guhartinê û eşîyayên gorî normên avropî çêkin”,- sîyasîzan gotîye.

Bi axaftina derheqa azakirina vîzayên tevî welatên Yekîtîya Avropayê, Vardanyan gotîye,wekî nava wê pirsêda ew hêvîdarbû, wekî nava wedê cudada xerîta rê bê qebûlkirinê, lê ew yek neqewimî.

“Ew yek dide kifşê,wekî hê pirsên helnekirî hene.Nava Yekîtîya Avropayêda cêribandina welatên mayîn heye, tevî kîjana rêjîma vîzaye azakirî heye, lê hema xût li wan welatên yekîtîyê gelek nerazîbûn hene, çimkî gelek wê rêjîmê didine xebatê û bona Yekîtîya Avropayê pirsgirêka çê dikin.Xêncî wê yekê,nava Yekîtîya Avropayê gerekê pirsê bi konsêsûsê helkin û ew yek pêvajoyeke giran û wededirêje, lê ez difikirim,wekî pêşerojêda ew pirs jî wê be helkirinê. Mesele, bona welatîyên Gurcistanê vîza pêwîst nîne, lê bona welatîyên wê qewilên çûyîn-hatinêye berk hene. Heger bona welatîyên me pêvajo diha bê zelalkirinê, mesele, pereyên bona vîza bêne hildanê, hejmara dokûmênta bêne kêmkirinê û wekî sirêyên dirêj tunebin û meriv gelekî hîvîya wê yekê nesekinin, wî çaxî ew jî dibe azakirineke cuda. Azakirina vîza qewilekî mecbûrîye, çimkî ewê alî qewînbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê bike û wî çaxî civaka ermenî wê xwe çawa beşeke civaka avropî texmînke”,- sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button