H’emû nûçeSereke

Bêyî bingeha hiqûqî pêvajoya dîyarkirina sînorên tevî Adirbêcanê nikare bê kirinê: Artûr  Hovhannîsyan

Ermenîstan nikare tevî Adirbêcanê bêyî bingeha hiqûqî pêvajoya dîyarkirina sînora bê kirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda sêkrêtarê fraksîya parlamêntê, ya “Peymana sîvîl” Artûr  Hovhannîsyan gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa opozîsîyayê daye, ku gelo desthilatdarîya Ermenîstanê dikare bêyî bingeha hiûqî tevî Adirbêcanê pêvajoya dîyarkirina sînora destpê bike.

Bêyî bingeha hiqûqî pêvajo nikare hebe.Derbarê wê yekêda me gelek cara gotîye”,- Artûr  Hovhannîsyan gotîye.

Ewî daye bawarkirinê,wekî ew hemû tiştî dikin bona ku li ser bingeha hiqûqî bê kirinê û bo wê yekê jî pêvajo lez naçe. “Her xerîtek,her mîlîmêtrek gerekê li ser hîmê hiqûqîbe. Bêyî vê yekê emê pêşda neçin”,- parlamêntvan gotîye.

Serokê komîsîya pirsên parastinê û ewlehkarîyê, Andranîk Koçaryan jî serda zêde kirîye,wekî bingehên hiqûqîye cûre-cûre hene û derheqa wê yekêda hatîye gotinê.

Koçaryan gotîye,wekî armanca pêvajoya dîyarkirina sînora ewe ku tevî Adirbêcanê bighîjine aşîtîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button