H’emû nûçeSereke

Tê pêşniyarkirin ku 3 ê tebaxê wek roja bîranîna qurbanîyên qirkirina êzdîyan li Ermenîstanê bê pîrozkirin

Komîtêya daîmî ya parastina mafên mirovan û kar û barên giştî ya miclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê pêşnûme qanûna ku tê pêşnîyarkirin ku 3 ê tebaxê li Ermenîstanê wek roja bîranîna qurbanîyên qirkirina êzdîyên Şengalê ya sala 2014 a bê derbazkirinê, pejirand.

Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, pêşnûmeya zagona zêdekirina qanûna “Cejin û rojên bîranînê yên Komara Ermenîstanê” ji alîyê cîgirê komîtêyê parlamêntvanê êzidî Rostem Bekoyan ve hat pêşnîyarkirin.

Bakoyan guhertina qanûnê bi pêwîstîya bi bîranîna gênosîda li ser gelê êzdî ve girêdide û di nava civakê de zêdetir hişyarkirina vê karesata mirovî ye.

Parlamêntvan destnîşan kir ku di demên dawî de pêvajoya naskirina qirkirina li ser gelê êzidî bi lez û bez bi pêş ketîye. Ji xwe zêdetirî 10 welatên cîhanê û her wiha gelek pêkhateyên navneteweyî, Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, qirkirina êzidîyan nas kirine.

Sêkrêtarê fraksîyona “Peymana sîvîl” ya desthilatdar Artûr Hovhannîsyan, têkilîyên biratîya gelên ermenî û êzidî dîyar kir: “Eşkere ye ku li dijî gelê êzidî qirkirinek pêk hatîye. Helwesta gelê ermenî, Ermenîstanê ya li hemberî qirkirinê eşkere ye. Û divê di warê pêşîlêgirtina gênosîdê de cîhê xwe li cîhanê hebe”,-ewî da kifşê.

Bekoyan pêşniyar kir ku di çarçoveya nîqaşkirina projeyê de li civata giştî ya miclîsa neteweyî derfet bê dayîn ku yek ji şahîdên qirkirina Şengalê biaxive.Tezkere bi dengdayînê hat qebûlkirin.

3 ê tebaxa sala 2014 a de, êrişên koma têrorîst ya “Dewleta Îslamî” li ser bajarê Şengalê yê Îraqê ku êzîdî lê dijîn, pêk hatin û di encamê de zêdetir ji sê hezar kes hatin kuştin. Ji ber birçîbûn, tîbûn û germa bê tehemûl nêzîkî hezar kesên ku xwe spartibûn çîya mirin, zêdeyî 200 hezar êzdî penaber bûn, nêzîkî 5000 jin û keçên ji 13 a heta 56 salî dîl hatin girtin. Qebûlkirina Îslamê û zewaca bi cîhadîstan re şertek ji bo mayîna cîhadîyan bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button