SerekeSîyasî

36 sal di ser Enfalê re derbas bûn: “Êdî xweşî ji çi re ye?”

36 sal di ser komkujîya Enfalê re derbas bûn û êş û rondikên xizmên qurbanîyan nû bûn.

Xizmên qurbanîyên Enfalê hîn jî li benda xeberekê wanin.

“Êdî xweşî ji çi re ye?”

Elî Nûrîyê ku ji Enfalê rizbar bûye got:

“Jîyan qet ne xweş e. Piştî Enfalê ew yên heval û hogirên te bûn neman. Êdî xweşî ji çi re ye?”

Hêsirên ku ew pîr kir, hêsirên ku porê wê yê reş sipî kir hîn neqedîyane û saleke din li xema bendewarîyê zêde kirin.

Melîhe Mihemeda ku xizma qurbanîyan e anî ziman:

“Em dixwazin cenazeyên wan bînin? Ez çi ji hukumeta Îraqê bixwazim? Divê ew bi xwe hest bikin.”

“Divê em li ser wan bigirîn”.

Xizma qurbanîyên Enfalê Resmîye Mihemedê jî got:

“Divê cenazeyan bînin û em li ser wan bigirîn û bibêjin ku ew zarok û bavên zarokan in”.

Îvaya nasnavê wê Şadî 36 salî ye û hemû endamên malbata wê hatin qetilkirin.

Ew di wesayîteke leşkerî de bûye ku jê re gotine Îva, nav otomobîlê cîhê yekem ê girî û kenînê ya jîyana wê bûye.

Şadî Îsmaîlê da zanîn:

“Ez di hundurê Îvayê de ji dayîk bûm, ji ber vê ew nasnavê min e.

Gelek pêwîstîyên me hene, bi taybetî jî ji hêla derûnî ve.

Heta niha alîkarîya me nehatîye kirin û hêvîdar im hîn ku zû ye alîkarîyê bikin”.

Li Çemçemala Silêmanîyê ji bo salvegera 36 emîn Enfalê li Bîrdarîya Enfalê merasîmek hat lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button