H’emû nûçeSereke

Cêribandinên Adirbêcanê, yên bona nîşanên wekehevtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ne nêzîkî aqilane: Yêgîşê Kîrakosyan

Nûnerê Ermenîstanê ji bo kar û barên hiqûqî yên navneteweyî, Yêgîşê Kîrakosyan, pêngavên alîyê Adirbêcanê ku hewl dide nîşana wekhevîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di rûniştina doza “Ermenîstanê li dijî Adirbêcanê” li dadgeha navdewletî de nîşan bide, bi pûç  nav kirîye.

Bi ragîhandina “Armênpress” ê, Yêgîşê Kîrakosyan di axaftina xwe ya di rûniştina li dîwana edaletê ya navneteweyî de bi bîr xist ku Ermenîstanê di 16 ê îlona sala 2021 ê de li dijî Adirbêcanê dest bi dozê kir, ji ber ku ew dewlet polîtîkaya hovane ya cudakarîya li dijî ermenîyan ji alîyê neteweyê ve dimeşîne.

 “Zarokên azêrî di pirtûkên dibistanan de fêrî nefretkirin û kuştina ermenîyan dibin. Çapemenîya dewletê gotinên nefretê belav dike, rayedarên dewletê banga tunekirina ermenîyan dikin. Ev nijadperestîya berbelav e ku dewlet destûr dide”,-Kîrakosyan daye kifşê.

Ewî bal kişand ser vê yekê ku ev sîyaseta dewletê ya demdirêj ya cudakarîya nijadî gihîşt lûtkeyê dema ku Adirbêcanê li dijî ermenîyên êtnîkî yên Qerebaxê şerekî dijwar dest pê kir û armanca dîyarkirî ya wê tunekirin û derxistina ermenîyan ji welatê wan bû.

Yêgîşê Kîrakosyan ji gotinên paşerojê yên serokê Adirbêcanê Elîyêv jî neqil kirîye, ku serokê Adirbêcanê Elîyêv gotîye ku kîna dijmin (ermenî) ew e ku  azêrîyan ber bi pêş ve diçe.

Kîrakosyan bi bîr xist ku  44 rojan leşkerên Adirbêcanê ermenîyên êtnîkî kuştin û îşkence kirin û bi serbilindî xwe li ber çavên qurbanîyên wan kişandin, herî kêm 30 000  ermenîyan ji welatê wan derxînin.

Nûnerê Ermenîstanê dîyar kir ku piştî van hemûyan, Ermenîstanê li gorî vê peymanê daxwaza bersivdayînê kir û ji dadgehê xwest ku bi lezgîn wan ermenîyên êtnîkî yên mexdûr yên ku hê nehatine kuştin û ji welatê xwe hatine derxistin, biparêze.

Yêgîşê Kîrakosyan elam kir ku di îlona sala 2023 a  Adirbêcanê dest bi êrîşan kir û bi sed hezaran ermenî neçar man ku welatê xwe biterikînin. Wî bi bîr xist ku berîya wê Adirbêcanê korîdora Laçînê girtibû, Qerebaxa Çîya dorpêç kiribû û gelê Qerebaxê ji pêdivîyên jîyanî bêpar kiribû. Kîrakosyan her wiha bi bîr xist ku dîwana edaletê ya navneteweyî ji Adirbêcanê xwestibû ku korîdora Laçînê bê vekirin lê Adirbêcanê biryara dadgehê bi cîh neanîye.

Dadgehê bi bîr xist ku Adirbêcan mîrateya çandî ya Ermenîstanê ya Qerebaxa Çîya ji holê radike û destnîşan kir ku ev hemû rewş bûne sedem ku Ermenîstan serî li dadgehê bide.

Kîrakosyan li ser daxuyanîyên duh yên nûnerê Adirbêcanê ku bi vê yekê hewl da nîşana wekhevîyê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de bide, ev yek nayê qebûlkirin û da zanîn ku ev hewldan pûç û hovane ne.

Ewî her wiha got ku zehmet e Adirbêcanê belgeyan pêşkêşî dadgehê bike, ji ber ku ew bi tenê nînin û ew hewldanek bêhêvî ji bo pêkanîna wekhevîyê ji alîyê Adirbêcanê ve bi nav kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button