H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê wê 3 ê tebaxê wek roja bîranîna qurbanîyên qirkirina êzidîyan bê pîrozkirin: miclîsa neteweyî ev proje qebûl kir

Miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê di xwendina duyemîn de projeya ku 3 ê tebaxê wek roja bîranîna qurbanîyên qirkirina êzdîyên Şengalê ya sala 2014 a bê destnîşankirin, bi temamî qebûl kir.

Li gorî nûçeya “Armenprêss” ê, pêşnûmeya zagona zêdekirina qanûna “Cejin û rojên bîranîna Komara Ermenîstanê” di rûniştina taybet ya miclisa neteweyî de bi yekdengî hat qebûlkirin û 79 dengên erê wergirt.

Proje ji alîyê parlamêntarê êzdî yê fraksîyona “Peymana sîvîl” ya desthilatdar Rostam Bekoyan ve hatibû raberkirin.

Alîkarê wezîrê karên der Parûyr Hovhannîsyan erêkirina hukumetê nîşan da û bal kişand ser girîngîya vê însîyatîvê ji bo pêşîgirtina li qirkirinan û alîkarîya wê ya ji bo xurtkirina têkilîyên dostane yên di navbera gelên ermenî û êzidî de.

Di rûniştinê de yek ji şahîdên gênosîda Şengalê Fêyral Sayîd Talal jî axivî û spasîya parlamentoya Ermenîstanê kir ku piştgirî daye gelê êzidî. “Ez ji we daxwaz dikim ku her tim bi qasî ku ji destê we tê gelê me biparêzin. Em di kampan de nin, em li Şengalê jî cîh nabînin. Divê em ji malên xwe dernekevin. Kî dikare destekê bide me da ku dawî li qirkirina li ser me bê anîn”,-ewê got.

3 ê tebaxa sala 2014 a de, êrişên koma têrorîst ya “Dewleta Îslamî” li ser bajarê Şengalê yê Îraqê ku êzîdî lê dijîn, pêk hatin û di encamê de zêdetir ji sê hezar kes hatin kuştin. Ji ber birçîbûn, tîbûn û germa bê tehemûl nêzîkî hezar kesên ku xwe spartibûn çîya mirin, zêdeyî 200 hezar êzdî penaber bûn, nêzîkî 5000 jin û keçên ji 13 a heta 56 salî dîl hatin girtin. Qebûlkirina Îslamê û zewaca bi cîhadîstan re şertek ji bo mayîna cîhadîyan bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button