SerekeSîyasî

Wezîrê karên navxwe: PKK li Îraq û Herêma Kurdistanê ne têrorîst e

Wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed got: “Tirkîya li gorî berjewendîyên xwe ji PKK yê re dibêje  “têrorîst” lê PKK li Îraqê ne têrorîst e”.

Forûma  li zanîngeha amêrîkî ya Silêmanîyê tê lidarxistin.

Di çarçoveya forûma Silêmanîyê de dê bi taybetî li ser “Alozîyên li Rojhilata Navîn” bê sekinîn.

Wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed di roja yekem ya forûmê de axivî û pirs bersivandin.

Rêber Ahmed dîyar kir: “Li Herêma Kurdistanê grûpên têrorîst nînin” û pê de çû:

“Ne li Herêma Kurdistanê ne jî li ser sînorên wê tö grûpên têrorîst nînin.

Hinek welat ji bo hinek grûpan bêjeya “têror’ê” bi kar tînin û hinek welat di nêrîn û sîyaseta xwe de vê gotinê dikin çavkanî.

Em li Îraq û Herêma Kurdistanê ji wan grûpan re nabêjin têrorîst.

Li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke bi navê “Pirsgirêka kurd” û “Pirsgirêka Kurdistanê” heye lê kes ne amade ye ku vê meseleyê çareser bike.

Divê em wekî xelkê Kurdistanê bi wêrekî û dilêrî pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Çawa ku rêz li pirsgirêkên miletên din tê girtin divê pirsgirêka gelê Kurdistanê jî bê çareserkirin.

“Partîyên kurd yên mixalif in”.

Berîya sala 1991 ê û  sala 2003 a li Îraqê hinek partîyên Îranî yên mixalif hebûn.

Îran ji van re dibêje “têrorîst”. Li gorî me jî ev partî, partîyên kurd yên mixalif in.

“PKK li Îraqê ne têrorîst e”.

Tirkîya jî li gorî sîyaset û berjewendîyên xwe û civaka navneteweyî ji PKK ê re dibêje “têrorîst” lê ev partî heta îro li Îraqê wek “têrorîst” nehatîye naskirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button