H’emû nûçeSereke

Avropa gerekê fêm bike ku têkilîyên Ermenîstanê û Îranê ne li dijî kesî ye: Armên Gêvorgyan li Avroparlamêntê

Avropa  gerekê fêm bike ku têkilîyên Ermenîstanê û Îranê ne li dijî kesî ye.Derheqa wê yekêda endamê dêlêgasîya Ermenîstanê ya li Avroparlamêntê Armên Gêvorgyan, li rûniştina biharê ya Wekîlên Avroparlamêntêye ya 18 ê nîsanê de, di axaftina xwe ya li ser mijara “Bersiva karesata însanî ya li  Gazayê û piştî êrîşa Îranê ya li dijî Îsrayêlê li Rojhilata Navîn zêde bû” daye kifşê.

Em têksta axaftinê  raber dikin: “Hevalên hêja,

Ermenîstan di nav welatên encûmenê de herî nêziktirîn welatên Rojhilata Navîn e, lema her tiştê ku li wir diqewime û dibe, pir girîng e û bandorê li ser welatê min dike. Ji ber ku li welatên herêmê bi sedhezaran ermenî dijîn em jî pir bi fikar in

Li Ermenîstanê têrê nake ku mirov baş fêm bike ka li herêmê çi diqewime û çawa dikare xilazbe. Divê em bi hevalbend, hevkar û cînarara li yek ji herêmên herî tevlîhev cîhanê xetên sor yên têkilîyên durust xêz bikin. Ji bo ku Ermenîstan di serdema hilweşîna nîzama navneteweyî de nekeve îzolasyona gêopolîtîk jî ev girîng e.

Xeta sor yekparebûna ewlekarîya Ermenistanê ye. Tirkîya û Adirbêcan bi derxistina ermenîyan ji welatê wan yê dîrokî bi berdewamî hewl didin pirsgirêka ku jê re tê gotin “pirsgirêka ermenîyan” çareser bikin. Di van sed salên borî de li Naxîçêvanê û niha jî li Qerebaxê ev yek çêbû. Şerê nû yê li Rojhilata Navîn wê lezê bide sîyaseta êrîşkar ya koalîsîyona tirkî.

Divê Ermenîstan berpirsyarîya stratêjîk hilgire ser xwe û ji bo ku berjewendîyên xwe yên neteweyî bi awayekî maqûl bi pêş bixe divê bibe hevparê gêopolîtîkî. Ji bo ku em karibin xwe biparêzin û rê li ber zêdebûneke nû bigirin, pêdivîya me bi wê heye ku her êrîşkarek bisekine.

Xeta din ya sor ya Ermenîstanê jî 44 kîlomêtrê sînorê bi Îranê re ye, ku niha ji bo Ermenîstanê ne tenê îstiqrar û ewlekarî ye, lê ji bo pêşkeftinê jî derfetek e.

Avropa  gerekê fêm bike ku têkilîyên cînartîyê yên di navbera Ermenîstanê û Îranê de ne li dijî kesî ye. Nabe ku hevkarên me beşdarî vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê bibin, nabe ku rewşa li ser sînorê Ermenîstanê û Îranê xirabtir bibe.

Xeta sor ya girîng xweşbûna civakên ermenî yên li herêmê ye. Di şerê li Sûrîyayê de me pirsgirêkên hebûnê yên ermenîyên li wir dijîn dîtin. Îro ermenî li Libnanê, Sûrîyayê, Îraqê, Îranê ne, lê tenê li Îsrayêlê rastî kêşeyên parastina mîrata xwe ya dîrokî û çandî hatine. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku ji bo pêşîgirtina li bûyerên neyînî yên li der-dora taxa ermenîyan ya Orşelîmê, gavên lezgîn û bibiryar bavêjin. Ev bangeke lezgîn e ji bo parastina mîrata çandî ya civaka ermenî ya li axa pîroz û parastina mafan.

Di dawîya axaftina xwe de dixwazim tekez bikim ku divê Avropa jî xetên xwe yên sor dîyar bike. Wekî ku nûnerê bilind yê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl destnîşan dike, ev yek ji bo “pêşîgirtina li hevgirtina “bermayîyên li dijî rojavayê” wekî encama pevçyîna Rojhilata Navîn hewce ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button