H’emû nûçeSereke

Me prînsîpên bingehîn sererast kirine, em ê di cîh de bi cîh bînin: serokwezîr li ser peymanên Yêrêvanê-Bakûyê

Cara yekem Ermenîstan û Adirbêcanê li dora sifirê pirsgirêk çareser kirin, bi vî awayî serokwezîr Nîkol Paşînyan peymanên ku di navbera Yêrêvanê û Bakûyê de hatin kirin nirxand, ku di rastîyê de bi awayekî fermî pêvajoya xêzkirina sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê dest pê kir. Ermenîstan û Adirbêcanê li hev kirin ku ji herêma Tavûşê dest bi xêzkirina sînor bikin û heta 1 ê tîrmehê li ser pêşnûmeya rêziknameya xebatên hevpar yên komîsyonên xêzkirina sînoran temam bikin. Serokwezîr di serdana xwe ya herêma Lorîyê de di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re got, ragihandina Alma Atayê dibe bingeha bingehîn ji bo dîyarkirina sînoran.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan difikire ku tişta ku qewimî, ne divê bê nirxandin û ne jî biçûk bê nirxandin û balê dikişîne ser girîngîya sîyasî ya peymanên ku hatine kirin.

“Gelek girîng e ku meriv binivîsîne ku bi rastî, yekem car Ermenîstan û Adirbêcanê li dora sifirê pirsgirêkek çareser kirin”.

Pirsgirêka ku hatîye çareserkirin ev e ku pêvajoya veqetandina sînorên Ermenîstan-Adirbêcanê ji sêktora Tavûşê dest pê dike. Cara ewil wê di beşa 4 gundan de sînorek dîyarkirî bê çêkirin. Xebatkarên serokwezîrîyê  nexşeya ku divê sînor li gor wê bê xêzkirin  raber kirin. “Beşa ji Baganîsê heta Berkaberê dê bê zelalkirin. Hêzên çekdar wê vekişin, li şûna wan cerdevanên sînor bên bicîhkirin. Di demeke kurt de, bêyî derengîyên çêkirî” ofîsa serokwezîr ragîhand. Tê destnîşankirin ku heta 15 ê gulanê divê bi pîvanên gêodêzîk ve teswîra sînor bê çêkirin. Divê di pêşnûmeya rêziknameya xêzkirinê de ya ku ji alîyê miclîsa neteweyî ve bê erêkirin de dêklarasîyona Alma Atayê wek bingeh hat qebûlkirin.

Li gorî serokwezîr ev detayeke girîng e. Ofîsa serokwezîr piştrast kir ku dê li nêzîkî gundê Kîransê beşek ji rêyan bê guhertin û Voskêpar dê pirsgirêkek ji bo rê namîne, ji ber ku di vê qonaxê de ew parçeyên ku potênsîyala wan heye ku bibe sedemek wiha, pirsgirêk nayên sînorkirin. Paşînyan li ser rêkeftinên ku hatine kirin jî dibêje, ew hem ji bo Adirbêcanê û hem jî ji bo Ermenîstanê destkeftîyek in.

“Ermenîstan û Adirbêcanê berîya niha bi îmzeyên dualî naskirina yekparçeyîya axa hevdu piştrast kiribûn û destnîşan kiribûn ku di pêvajoya xêzkirinê de ne sînorekî nû, lê sînorê de cûrê ku di dema qanûnî de xwedî girîngîyeke qanûnî bû, hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê dê ji nû ve bê hilberandin”.

Serokwezîr dibêje, gaveke bingehîn ji bo qonaxa bê ya pêşxistina serwêrî û serxwebûnê. Ew di wê bawerîyê de ye ku peymanên ku hatine kirin dê xetereyên ewlehîyê yên ku ne tenê li vê beşa Tavûşê, lê li seranserê sînorê Ermenîstanê jî hene, pir kêm bike.

 “Bendewarî û feraseta me ew e ku em ber bi aştîyê ve diçin. Ev jî ji bo pêvajoya aştîyê bingeheke pir girîng e”.

Paşînyan bi bîr xist ku welatên G7 prînsîpên ku tên meşandin diparêzin. Li gorî lihevkirinên ku hatine kirin, Adirbêcan ne 4, 2,5 gund distîne û ji Ermenîstanê jî xetereyên ewlehîyê kêm dibe. Li gorî zelalkirina Paşînyan, guhertina hêzên çekdar bi zêrevanên sînorî li van deveran, tê wê wateyê ku li vir ne enîya şer, dê sînor hebe û sînor jî li gorî gotina wî, nîşana aştîyê ye.

Ev tê wê wateyê ku nobedarên sînor yên Ermenîstanê û Adirbêcanê, ku bi hev re têkilî daynin, dê karibin serbixwe sînor biparêzin.”

Li gor peymana ku hatîye kirin, divê di paşerojê de çarenûsa dorhêl û embaran bê dîyarkirin, ji ber ku Arsvaşên beşek ji axa Ermenîstanê ya serwer e û nikarin dev ji wê mijarê berdin. Li gorî formûlasîyona serokwezîr mijareke “alêrjîk” e, lê dev jê bernade.

“Ji ber ku 29 743 kîlomêtr axa serwerîya Ermenîstanê jî di nav xwe de Arsvaşên e, ku li gorî me deverek e, ji hêla Adirbêcanê ve dorpêçek e”.

Nîkol Paşînyan îhtîmala ku bi xêzkirina parçeyî bi pêş ve biçe rêalîst dibîne. Ew difikire ku pêvajoyeke dijwar ya xebatê ya komîsyonan tê çaverêkirin, ji ber ku ew li ser kêmkirina xetereyên ji bo Komara Ermenîstanê ye.

 “Bi şert û merc wê di her warî de nav û dengê Ermenîstanê yê navneteweyî û herêmî zêde bike. Di têkilîyên Ermenîstan û Adirbêcanê de dê gelek tişt biguhere. Dê li gelek deveran gelek tişt biguhere. Lê ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê jî, ku dîyar e hêzên ku naxwazin serwêrîya Ermenîstanê pêş bikeve hene. Dixwazin nasnameya Ermenîstanê yan jî dewletbûna Ermenîstanê li gorî mantîqa “derfetî” pêş bikeve û ji bo ku Ermenîstan bi biryara xwe ya serwêrî negihîje her tiştî ew ê bikin. Di nav de lîstina bi hestên mirovan’’.

Di vî warî de serokwezîr aram e, bi binelîyên Voskêpar û Kîransê re axivî. Îro jî, ew şîret dike ku divê veguherînek derûnî çêbibe, ku ew ê îdî ne xeta pêşin, lê bibe sînorê dewletê. Hebûna parêzvanên sînor li gorî gotina wî tê wateya rawestandina gulebaranê.

Nîkol Paşînyan di wê bawerîyê de ye ku peymanên berê ji bo pêşxistina ewlehî û serwerîyê dê bibe xala guherînê. Li gorî serokwezîr, her çiqas pêvajo bêyî rêziknameyê dest pê kiribe jî, belgeyek hat îmzekirin û li gorî prînsîpên tomarkirî dê pêvajo bidome. Belgeyên ku wan rast dikin dê li miclîsê bên gotûbêjkirin û piştî wê jî xêzkirin dê bibe sazî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button