H’emû nûçeSereke
Têkilîyên bi Rûsyayê re alozî hene û em naxwazin wan veşêrin: Mîrzoyan
Mirov dikare bêje ku têkilîyên Ermenîstanê û Rûsyayê ne di asta herî bilind de ne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di çarçoveya serdana xwe ya bo Erebistana Saûdî de li hevpeyvîna digel rojnama “Ereb News” ê behsa rewşa niha ya peywendîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê kir.
“Bêguman alozî hene û em nikarin û naxwazin wan alozîyan veşêrin. Di nav civaka Ermenîstanê de pirsgirêk hene û pirs jî hene, wek mînak derbarê kiryarên aştîparêzên rûsî yên li Qerebaxa Çîya û herwiha helwesta hevalbendên me yên Rûsyayê dema ku di sala 2022 a, sala 2023 a da êrîşî herêmên me yên serwêrî kirin û berî wê. Ji ber vê yekê bi rastî hin pirsgirêk hene, lê di heman demê de em di vî warî de dixebitin”,- Mîrzoyan gotîye.