H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Adirbêcanê ve ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya teşkîleta hevkarîya Îslamî, berovajîkirina dîrokê ye: fonda “Gexard”

Ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya rêxistina hevkarîya Îslamî, hewleke din ya Adirbêcanê ye ji bo berovajîkirina dîrokê. Li gorî rapora “Armênprêss” ê, li ser vê yekê  fonta analîtîk ya zanîstî “Gêxard” ê daxuyanîyek belav kirîye.

 “Şûşî ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye dagirkirin, wek sala 2024 a ragîhandina paytexta ciwanan ya teşkîlata hevkarîya Îslamî nîşaneke din ya sextekirina nasnameya ermenîyan ya Şûşîyê û sîyaseta durû ya olî ya Bakûyê ye.

Azêrîyan dîyar kirin ku yek ji armancên wan yên sereke ew e ku ciwanên cîhanê bikin yek û derfetê bidin ciwanên welatên cuda ku bi dîrok û çanda Şûşîyê re nas bikin.

Adirbêcan bi van tedbîran hewl dide ku dagirkirina Arsaxê û paqijkirina êtnîkî ya ermenîyên Arsaxê rewa bike. Bakû bi jinavbirina şopa xirîstîyanên ermenî li Şûşîyê, hewl dide Şûşîyê wek bajarekî Adirbêcanê raberî civaka navneteweyî bike. Tiştê ecêb e ku Adirbêcanê Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya rêxistina hevkarîya Îslamî îlan kir, ji ber wê yekê ku musulmanên Adirbêcanê di asta dewletê de li Adirbcanê rastî zextan tên.

Adirbêcan welatê ku hertim mafên musulmanan û kêmîneyên olî lê hatine binpêkirin. Li wî welatî bi sedan bawermend girtî ne.

Li Adirbêcanê ku wek welatekî îslamî tê dîtin, gelek caran mizgeft hatine girtin yan jî bi giştî hatine îhmalkirin. Mafê perwerdehîyê yê dîndaran jî bi sînor e. Herwiha Adirbêcana ku endamê teşkîlata hevkarîya Îslamî ye di opêrasîyonên leşkerî yên li dijî  Gazayê de eşkere piştgirîya Îsrayêlê dike”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Daxuyanîya  fondê her wiha tekez dike ku ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya rêxistina hevkarîya Îslamî hewleke din ya Adirbêcanê ye ji bo berovajîkirina dîrokê, jinavbirina mîrata çandî ya ermenîyan û azêrîkirina Şûşîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button