H’emû nûçeSereke
Leşkerên rûs yên ji Qerebaxê derketî, dibe ku bişînin Ûkraînayê: Bild
Vê heftê Rûsîyayê dest bi derxistina “hêzên xwe yên aştîyê” ji Qerebaxê kir. Ew ji payîza sala 2020 î vir ve li wir in. Ev hêz ji 2000 leşkeran pêk dihat. Li gel kelûpelan ji Adirbêcanê bi rêya hesinî di ser sînor re derbasî Daxistanê dibin.
Li gorî Bild ê, ji xwe tirs heye ku ev leşker ber bi Ûkraynayê bên şandin. “Aştîparêzan” bi dehan BTR-82A yên nisbeten nû hatin çekdarkirin.
Bild ê ragîhandibû ku artêşa Rûsyayê ya li enîya Ûkraînayê pêdivîya wan bi wesayîtên şer yên pîyade yên modêrn û BTR heye.