H’emû nûçeSereke

Mûzêy-înstîtûta  komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike

Mûzêy-înstîtûa  komkujîya Ermenîyan de ku di sala 2020 î de hatîye vekirin, beşa lêkolîna zext û zordarîya li ser ermenîyên Arsaxê, Naxîcêvanê û Adirbêcanê hat berfirehkirin. Di civîna çapemenîyê ya ku li salona çapemeniyê ya “Armênpress”ê hat lidarxistin, rêvebira mûzêya  komkujîya  Ermenîya  Êdîta Gzoyanê da zanîn ku pêrsonelê vê beşê 5 xebatkarên din jî hatine temamkirin.

“Ew dê di lêkolînek kûrtir de li ser tundîya li dijî sîvîlên Qerebaxê, dîyardeyên cudakarîya nijadî, gotinên dijminane yên Adirbêcanê, paqijîya êtnîkî li Qerebaxê, ji cîh  û warkirina bi destê zorê û bêserûberkirina niştecîhên Qerabaxê bikin” ,- seroka mûzêy-înstîtûtê destnîşan kir ku armanc ew e ku di derbarê mijarê de hişyarîyê bidin.

Bala lêkolînerên înstîtûta  komkujîya Ermenî li ser mijarên qirkirina çandî, tunekirina nirxên çandî yên ermenîyan e ku ji alîyê Adirbêcanê ve tê kirin.

Tişta ku di sala 2023 a de li Qerebaxê qewimî, her tim di navenda mûzêyî-înstîtûîa  komkujîya Ermenyan de ye. Xebatkarên mûzyî-înstîtûtê di nava hemwelatîyên me yên bi destê zorê yên ji Qerebaxê hatine koçberkirin de, di nava xebatên lêgerîna heqîqetê de cîh girtin, her wiha xebatên komkirin û arşîvkirina malzemeyên têkildarî sirgûnkirina ermenîyan, şîdeta li dijî wan, axaftinên nefretê hatin kirin û dîyardeyên din yên nefreta ermenîyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button