Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan wê 24 ê nîsanê ji bo hemû zîyaretvanan re vekirî be
24 ê nîsanê mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan wê ji seheta 10:00 a heta seheta 20:00 î bixebite, dergeh ji bo hemû zîyaretvanan wê vekirî be.Di civîna çapemenîyê ya ku li salona çapemenîyê ya “Armenprêss” ê hat lidarxistin, rêvebira mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan Êdîta Gzoyanê anî ziman ku wê rojê seredana heyetan jî bikin. Niha serdana şandên fransî tê piştrastkirin.
“24 ê nîsanê, mûzêy dê di bin rewşa awarte de bixebite. Ketina mûzeyê belaş e, her kes dikare serdana mûzêyê bike, bi heyetekê hatîye yan na. Em ê tevahîya rojê zîyaretvanên xwe qebûl bikin”,-Êdîta Gzoyanê gotîye,
Berîya 24 ê nîsanê, mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîya wê pêşangeheke demkî ya bi navê “Jina ermenî: qurbanîya komkujîyê û leheng” veke. Armanca pêşangehê ew e ku çarenûsa jina ermenî ya di dema komkujîya Ermenîyan de bê ronîkirin, lê di heman demê de wêrektî û berxwedanîya wê ya awarte bê raberkirin.
“Em bi vê pêşangehê dixwazin çarenûsa jinên ermenî, rol û mîsyona wan ya di dema komkujîya Ermenîyan de binirxînin. Wêneya jina ermenî ya berîya komkujîyê û mijarên têkildarî mafên wê di bin sernavên cuda de tên raberkirin. Di pêşangehê de dîrokên takekesî yên jinên ermenî tên raberkirin”,- Êdîta Gzoyanê gotîye.
Pêşangehê de gelek tiştên şexsî yên girêdayî jîyana jineke ermenî, wêneyên esilî yên taybet, belge, bîranîn, belgefîlm hatine raberkirin.
Pêşangeh wê heta sala 2025 a meha nîsanê bidome.