H’emû nûçeSereke
SIPRI : xercên parastinê li Ermenîstsanê zêde bûne
Li Ermenîstanê xercên parastinê sala 2022 a ji 795 mîlyon dolarî zêde bûne û ew xerc gihîştîye mîlyardek 330 mîlyon dolarî.Derheqa wê yekêda înstîtûta navneteweyî, ya Stokholmêye lêkolînên aşîtîyê şedetîyê dide.
Xercên Adirbêcanê ji du mîlyard 991 mîlyon dolarî gihîştine sê mîlyard 561 mîlyon dolarî. Li Îranê jî xercên leşkerî zêde bûne û ji 6,8 mîlyard dolarî gihîştine 10,3 mîlyard dolarî. Li Tirkîyayê ji 10,6 mîlyard dolarî xercên leşkerî gihîştine 15,8 mîlyard dolarî.