H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênê amêrîkî bi wergirtina bertîl ji Adirbaycanê hate tawanbar kirin

Parlamêntarê dêmokrat Hênrî Kûêlarî ji miclîsa nûneran ya Amêrîkayê û hevjina wî bi sedema ku ji Adirbêcanê bi qasî 600 hezar dolar bertîl wergirtine, hatin sûcdarkirin. Li gorî rapora “Armeênprêss”ê, “Interfax” li ser vê yekê bi îdîanameya dadgeha fêdêral a Têxsasê radigîhîne.

Kûêlar bi wergirtina pereyan ji kompanyake pêtrolê ya Adirbêcanê û bankeke mêksîkî tê tawanbarkirin. Li gorî wezîreta dadê ya Dewletên Yekbûyî, kongreyê paşê drav bi rîya peymanên şêwirdarîyê li pargîdanîyên şêl yên ku jina wî, Îmêldê Kûêlar xwedîya wan in, şûşt.

Li gorî guhertoya wezîreta dadê, endamê kongreyê bandora xwe li ser kesên payebilind yên Kongrêsa Amêrîkayê ji bo berjewendîya pargîdanîyek û bankeke bîyanî bikar anîye.

Endamê kongreyê û hevjina wî bi komploya wergirtina bertîlê, binpêkirina qedexeya karbidestên giştî ku wek ajanên bîyanî tevdigerin, û şûştina pereyan hatin tawanbar kirin. Heger sûcdar bê dîtin, sîyasetmedar û jina wîra bi dehan sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Li gorî mêdyaya amêrîkî, ew û hevjîna wî duh yekem car derketin pêşberî dadgehê, biryara berdana wan bi kefaleta 100 hezar dolarî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat weşandin, endamê kongreyê îdîa kir ku hem ew û hem jina wî bêguneh in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button