H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê nirxandina gefên ewlehîya  atomî û mijarên parastina stansîya atomî hatine niqaşkirin

Li Yêrêvanê bi piştgirîya têknîkî ya navenda ewlehîya  atomî û radyasîyonê, komxebateke bi navê “Nirxandina gefên ewlekarîya  atomî û rêvebirina gefên li ser projeyê” hatîye lidarxistin. Ev çalakî ji alîyê komîtêya rêziknameya ewlehîya  atomî ya Komara Ermenîstanê û laboratorên neteweyî yên Sandia ve, ku beşek ji rêveberîya ewlehîya  atomî ya neteweyî ya wezîreta ênêrjîyê ya Dewletên Yekbûyî hatîye organîzasîyakirin.News ji malpera fermî ya navenda zanistî û têknîkî ya ewlehîya  atomî û radyasîyonê agahî wergirtîye.

Komxebatê de pisporên ji Dewletên Yekbûyî  û her wiha nûnerên desteya rêkxistina  atomî ya Ermenîstanê, stansîya Ermenîstanêye atomî, wezîreta Ermenîstanêye karên der, sêrvîsa îstîxbarata der, sêrvîsa ewlekarîya neteweyî, wezîreta karên hundur û komîtêya dahata dewletê beşdar bûne.

Armanca sereke ya çalakîyê qewînkirina şîyanên Ermenîstanê ji bo nirxandina gefên ewlehîya  atomî û pêşxistina pergalên parastina fîzîkî li ser bingeha nirxandinên gefên li ser bingeha sêwiranê bûye da ku ewlehîya stansîya Ermenîstanêye atomî  bê mîsoger kirin.

Beşdaran li ser pirsgirêkên heyî yên parastina stansîya atomî ji sabotajên radyolojîk niqaş kirine, behsa rêbernameyên têkildar yên ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî kirine û rêbazên nirxandina bandora pergalên parastina fîzîkî niqaş kirine.

Mijarên sereke yên ku hatin nîqaş kirin ev bûn:

Nirxandina gefê: nirxandina motîvasyon, nîyet û şîyanên dijberên potênsîyal yên derveyî yan navxweyî.

Rîskên nû: li dijî gefên sîber, gefên din yên nepêşbînîkirî û karanîna wesayîtên hewayî yên bêmirov  ji  alîyê dijberên potênsîyal ve.

Temrînên ssênara: pêşxistina ssênarên êrîşê bi karanîna modêla stansîya atomî ya “Lone Pine”, pêkanîna temrînên maseyê û plansazkirina temrînên hêz-li-hêzê ji bo nirxandina pêrformansa pergalên parastina fîzîkî.

Çalakîyê de girîngîya hevkarîya nêzîk di navbera rayedarên dewletê û rêxistinên ku tesîsên atomî dixebitînin ji bo qewînkirina ewlehîya  atomî, kêmkirina xetereyên têrorîzma  atomî û mîsogerkirina karanîna ewledar û aşîtîya ya ênêrjîya  atomî hatîye tekez kirin.

Komxebatê de her wiha hevkarîya berdewam ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de di warê ewlehîya navokî de, li gorî standartên navneteweyî û rêbernameyên ajansa navneteweyî ya ênêrjîya atomî, ji nû ve hatîye piştrast kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button