H’emû nûçeSereke

Rêzbendîya cîhanê ya welatan li gorî leza întêrnêtê hatîye weşandin: Ermenîstan li kîjan cîyîda ye?

Li gorî îndêksa Speedtest Global Index ê, Ermenîstan meha hezîranê de ji 98 welatan di leza întêrnêta mobîl de di rêza 61 emîn de bûye, li gorî meha gulanê du rêz bilindtir bûye.

Leza navînî ya întêrnêta mobîl li Ermenîstanê  meha hezîranê de 74.32 rêjeya bîtê bûye.

Adirbêcan di rêza 46 emîn de bûye (98.61 rêjeya bîtê), Gurcistan di rêza 17 emîn de bûye (168.84 rêjeya bîtê). Întêrnêta mobîl ya here bilez li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba (672.87  rêjeya bîtê) hatîye tomarkirin.

Di rêzbendîya întêrnêta sabît de, Ermenîstan di nav 149 welatan de di rêza 85 emîn de bûye (91.69 rêjeya bîtê).

Di vê rêzbendîyê de, Adirbêcan di rêza 84 emîn de bûye (92.18 rêjeya bîtê), û Gurcistan jî di rêza 107 emîn de bûye (50.83 rêjeya bîtê).

Întêrnêta sabît ya here bilez li Sîngapûrê hatîye tomarkirin (447.75 rêjeya bîtê).

Zêdetir nîşan bide
Back to top button