Axios: Ermenîstan îhtîmala kirîna têknolojîya parastinê ji Amêrîkayê radigihîne

Balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî Narêk Mkrtçyan ji Axios ê re gotîye ku derfeta kirîna têknolojîyên parastinê ji Dewletên Yekbûyî ji me re hatîye dayîn.
Mkrtçyan destnîşan kirîye ku “Gelek derfet ji ber nebûna aşîtîyê hatine astengkirin. Her ku em dest bi pêkanîna rojeva aşîtîyê bikin, refah wê bê. Em serwêrîya xwe qewîn dikin. Em ji bo serxwebûneke mezin ji bo Ermenîstanê hewil didin. Serwêrîya mezin tê wateya kêmtir girêdayîbûna bi yek lîstikvanî re”.
Ermenîstan, ku demeke dirêj bi çekên Sovyêtê çekdar bûye, dest bi avakirina têkilîyên nû kirîye, di nav wan de bi Fransîyayê û Hindistanê re. Wana wesayîtên zirxî, top û mûşek peyda kirine.
Herwiha, serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vênse meha sibatê, seredana yekem bû, nûçeya peymanek bi V-BAT re anîye. Ev dron, ku ji alîyê Japonyayê, Holandîyayê û Ûkraînayê ve jî têne bikar anîn, ji hêla Shield AI ve têne çêkirin.
“Niha derî vekirî ye. Piştî deh salan, derfeta me heye ku em têknolojîyên parastinê ji Dewletên Yekbûyî bikirin. Ev beşek ji sîyaseta me ya cîhêrengkirinê ye. Niha, em ji heft welatan zêdetir, tevî Dewletên Yekbûyî, têknolojîyên cûre-cûre werdigirin”,- balyoz zêde kirîye. Li gorî Mkrtçyan, ev nêzîkbûn armanc nake ku zirarê bide cînarên Ermenîstanê.
Sefîr gotîye:”Hevkarîya me bi Dewletên Yekbûyî re, berfirehkirina ajandaya me di têkilîyên Dewletên Yekbûyî re, yan dîyaloga nêzîk bi Yekîtîya Avropayê re li ser mijarên girîng yên stratêjîk, ne li dijî Rûsyayê, Îranê, Çînistanê, yan jî tu welatekî din in”.
Mkrtçyan her wiha eleqeya xwe ya bi rêaktorên modûlar yên biçûk yên amêrîkî û înîsîyatîva Pax Silica ya wezîreta karên der re nîşan daye, ku ji bo efirandina zincîreke dabînkirinê ya bi pêşengîya Amêrîkayê di warê zekaya sûnî û mîkroçîpan de û dûrxistina têknolojîyên çînî hatîye çêkirin.







