
Li bajarê Dûssêldorf ê Almanyayê, bi serpereştîya serok Mesûd Barzanî, yekemîn kongra Hejar Mûkrîyanî bi duruşma “Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û nûjen li diyasporayê” tê lidarxistin.
Bi amadebûna serperştîyarê giştî yê revenda Kurdistanî li baregeha Barzanî, 20 ê tîrmeha sala 2026 a yekemîn kongra “Hejar Mûkrîyanî” li bajarê Dûssêldorf ê Almanyayê dest pê dike.
Serokê Fêdêrasîyona Kurdistan-dîyasporayê Serdar Jaf ji Kurdistan24ê re ragîhandîye, çavdêrîkirin û serperştîkirina vê kongrê ji alîyê serok Barzanî ve, piştgirîya dîrokî ya Barzanîyê Nemir ya ji bo avakirina yekîtîya nivîskarên kurd tîne bîra mirov.
Jaf destnîşan kirîye, ev kongre ne tenê civîneke wêjeyî ye, lê belê projeyeke niştimanî û çandî ye. Armanca sereke ya kongrê parastina resenatîya wêjeya kurdî, yekxistina dengê nivîskarên li xerîbîyê û gîhandina wêjeya kurdî bo asta navdewletî ye.
Serdar Jaf derbarê hilbijartina navê Hejar Mûkrîyanî de gotîye: “Hilbijartina navê Hejar Mûkrîyanî helwesteke niştimanî û hizrî ye. Hejar Mûkrîyanî, wek yek ji mezintirîn ronakbîrên kurd, sembola yekîtîya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ew ne tenê helbestvan û nivîskarek bûye, lê belê di warê çand, dîrok, felsefe û zimên de şopeke mezin li pey xwe hiştîye. Em dixwazin mîrata wî ya dewlemend bi nifşên nû yên li dîyasporayê bidin naskirin”.
Di bin duruşma “Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û nûjen” de, kongr hewl dide nivîskarên kurd yên li dîyasporayê ji jîyana takekesî derxîne û di bin sîwana rêxistineke xurt de kom bike. Serdar Jaf dîyar kirîye ku ev yek wê bibe sedem ku dîwarên di navbera nivîskarên kurd û wêjeya cîhanê de bên rûxandin û çanda kurdî li ser asta navdewletî baş bê naskirin.
Kongr her wiha wek pirek di navbera nivîskarên hundurê welat û yên dervayî welat de tê dîtin. Amadekar dîyar dikin ku her çend ji ber hinek astengîyên têknîkî û rewşa herêmê hejmareke nivîskarên navxwe nekarîbin beşdar bibin jî, lê di dahatû de dê hêsankarîyên zêdetir ji bo vê hevkarîyê bên kirin.
Yek ji xalên girîng yên kongreyê giringîdana bi medyaya dîjîtal e. Di vê çarçoveyê de malpereke bi navê “Dîaspora” hatîye avakirin ku heta niha bi seda nivîskar û bi hezaran babetên wêjeyî, dîrokî û çandî li ser hatine weşandin. Fêdêrasîyona nivîskarên Kurdistan-Dîyasporayê armanc dike ku bi rêya têknolojîyê, wêjeya klasîk û nifşên ciwan bigihîne hev.
Tê payîn ku biryar û pêşnîyarên di vê kongrê de bên girtin, veguhêrin projeyên kiryarî û demdirêj ji bo xizmeta çanda kurdî li seranserê cîhanê.







